Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bazirganî bi birînpêçên taybet bi nexweşên “EB” dike

18:24 - 25 Hezîran 2021

Berpirsê giştî yê “Mala Berevanî li Nexweşên EB anku “Epidermolysis Bullosa”, Hemîdriza Haşim Gulpayganî” daxwaz ji navendên Ewlehî û Dadweriyê kiriye ku li derheq çawatiya kirîna birînpêçên taybet bi nexweşiya “EB”ê di bazarên azad de, lêkolînnan bikin

“Gulpayiganî” basa zêdetir ji 6 ton birînpêçên taybet bi nexweşiya “EB” dike ku di meha “Banemer”a sala 1399an de bi hevkariya dewleta “Almaniya” û Rêkxirava “UNICEF”ê bo Îranê hatibû şandin; lê Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê ew hevkariye red kiriye.

Herwisa navbirî got: “Wezareta Tendirustî bi hêceta veguhastina enbaran, ji dana wan birînpêçane bo Mala Berevanî ji wan nexweşane, xwe parastiye û niha ew birînpêç di bazarên azad de ticaretê pê dikin.

Rêkxirava  "United Nations International Children's Emergency Fund" anku “UNICEF”ê li sala 1399an de ragihandibû: “Bi hevkariya welatê Almaniyayê, me birînpêçên taybet bi EB bo Îranê şandine”.

Berpirsên rejîma Îranê îdia dikin ku dorpêçên Amerîkayê, beşa pizîşkî û dermanî xistiye bin karlêkeriya xwe, lê Amerîkayê ew îdiaya rejîma Îranê red kiriye.