Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bêhurmetiyê bi “Pêşmerge” dike

17:57 - 23 Kanûna Paşîn 2021

Rejîma Îranê di cîhanê de, wekî terorîst tê binavkirinê û mezintirîn hêza leşkeriya wê, wekî rêkxiraveke terorîstî tê nasinê lê, cehdê dike ku  bêhurmetiyê bi “Pêşmerge” û xebata netewiya Kurd bike.

Deng û rengê rejîma Îranê li berdewamiya bêrêzîkirinan bi gelê Kurd, wê carê dest bi bêrêzîkirin bi “Pêşmerge” kiriye.

Di vîdeoyekê de a binavê “Tevekkul” ku hatiye belavkirinê, bas li şerê “DAÎŞ”ê dike ku çawa ti welatekî alîkarî nedida “Herêma Kurdistanê” û ewa tenê rejîma Îranê bûye ku bi hawara “Herêma Kurdistanê” ve hatine.

Dê vê girte vîdeoyê de, rejîma Îranê bi çewtekariyan bas li şerê “DAÎŞ”ê dike û wa nîşan dide ku, bi tenê ew bûn ku bi hawara “Herêma Kurdistanê” ve çûne.

Di naveroka wê vîdeoyê de hatiye ku, çawa “Pêşmerge” şer nekiriye û paşvekêşî kiriye, herwisa bêrêzî bi xebata Kurd û rêberên netewa Kurd kirine.

Rejîma Îranê ku ji aliyê exlaq û siyasetê ve, wekî rejîmekî bê exlaq tê naskirinê, ji hemû derfetan bona şikandin û bi xirab nîşandana Kurdan mifah wergirtiye.

Ew vîdeo di demekê de tê belavkirinê ku hemû cîhan şahidiya wê rastiyê didin ku li şerê dijî “DAÎŞ”ê, “Pêşmerge” wekî “Nûnerê Cîhanê”, şer li dijî terorîzmê dike.

Welatên , Alman, Feranse û Amerîka bi aşkira ragihandine: “Pêşmerge, nûnerê me li şerê dijî terorê de ye û “Pêşmerge” bona aşitiya cîhanê şer dike”.

Li dema şerê “DAÎŞ”ê de, Serkomarê wê demê yê Amerîka, “Barak Obama” ragihand:” Me di meydanê de dît ku, hevpeymanekî bihêz li dijî rêkxistina terorîstî ya “DAÎŞ”ê me heye û ew jî, hêza “Pêşmerge” ye”.

Herwisa di “Rêkxistina Netewên Yekgirtî” de, bona rêzgirtin li “Pêşmerge” hemû tabloyên dîcîtal ên vê rêkxistinê, navê “Pêşmerge” li ser hatine nivîsandin.