Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê belavkirina amarên tûşbûna xwendevanan bi koronayê qedexe kir

12:14 - 28 Îlon 2020

Berdevkê Zanîngeha Pizîşkî ya bajarê “Meşhed”ê daye zanîn ku Wezareta Tenduristiyê ragihandiye ku, belavkirina amara xwendevanên qurbanî û tûşbûna wan bi Koronayê qedexe ye.  

Herwisa Berdevkê Zanîngeha Pizîşkî ya bajarê “Meşhed”ê, “Hemîdriza Rehîmî” daye zanîn, ku ti amareke serast derheq hejmara qurbanî û tûşbûna xwendevanan bi Koronayê tinîne û amar ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve belav dibin.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Perwerde û hînkarî yê rejîma Îranê, “Seyîd Mihemed Bethayî” daye xuya ku piştî 15ê Xermananê û vebûna xwendingehan, ti amarekî fermî derheq hejmara tûşbûna xwendevanan bi vîrûsa Koronayê di berdest de nîne.

Eva di halekê de ye, ku ji dema vekirina xwendingehan ve heta niha, bi sedema nebûna protokolên hewce bona rêgirîkirin ji tûşbûn bi vîrûsa Koronayê, hejmarekî zêde ji xwendevanan tûşî wê vîrûsê bûne.

Li bajarê Pîranşar di Rojhilatê Kurdistanê de, di dibistaneke wî bajarî de 4 mamosta û serayedarê dibistanê û 2 xwendevan, tûşî vîrûsa Koronayê bûne.

Herwisa li çendîn bajarên din de jî, bi sedema tûşbûna mamosta û xwendevanan, dibistan û xwendingeh hatine dayxistin.