Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bendava Kêlwansa bajarê Xoyê ji xizmetguzariyan bêpar kiriye

12:08 - 15 Hezîran 2022

Bendava Kêlwans a ser bi bajarê Xoyê yê girêdayî parêzgeha Urmiyê ku mezintirîn bendava wî bajarî ye û cihê geştyariyê ye jî, rejîmê piştguh xistiye.

Di vê derheqê de Dêhyarê gundê Kêlwans “Sîrûs Bextawer”, di hevpeyvîna digel Nûçegîhaniya “ÎSNA” ya girêdayî rejîmê gotiye: “Bendava Kêlwansê cihê serdana geştyaran e û li seranserê welat xelk bona xweşderbasiyê serdana wir dikin, lê ji ber nebûna xizmetguzariyên dewletê geştiyar rastî zehmetiyan tên.”

Bendava Kêlwans li 35 kîlometiriya bajarê Xoyê hilkevtî ye û rêya wê bi qasî 4 kîlometran bê qîr e û ji ber dijwariya rê, geştiyar nikarin serdana wê cihê bikin.

Di vê derheqê de geştiyaran di nav torên civakî de gotiye, “Bendava Kêlwans ku cihê geştiyariyê ye, mixabin li wê deverê ti xizmetguzariyên weke rêya qîrkirî, xizmetguzariyên xweşderbasî û tendirustiyê nehatine encamdan û geştiyar rastî zehmetiyan tên.”

Rejîma Îranê bi zanebûn û cudahîdanîn, bajarên Kurdistanê ji hebûna her cure xizmetguzariyekê bêpar kiriye.