Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ber bi îflaskirin û şikesta yekcarî ya aborî ve diçe

11:56 - 17 Çirriya pêşîn 2021

Saziya Bername û Bûdceya rejîma Îranê di raporekê de ku Hawîna îsal hatibû çêkirin, lê ji nû ve hatiye belavkirin, daye zanîn ger heta sala 1403an a rojî dorpêçên li ser Îranê berdewam bin, dê dewleta Îranê ber bi îflasê ve here û rastî şikesta yekcarî ya aboriyê dibe.

Saziya Bername û Bûdceya rejîma Îranê di raporekê de daye zanîn, ger heta sala 1404`an a rojî tehrîmên ser Îranê bidomin, nirxa Dolar digihe bi 100 hezar Tumen û heta sala 1406an dibe bi 300 hezar Tumen.

Herwisa ew saziye dibêje, ger heta sala 1406an tehrîm bêne rakirin, dîsan nirxa dolar heta 55 hezar Tumenî her dimîne.

Wê saziyê yek ji îflasa din a rejîmê, deynên dewletî pêka berhemên nepaqij ên navxweyî daye zanîn û diyarî kiriye ku heta sala 1403an a Rojî qasa deynên dewletî digihe niviya berhemên napaqijên navxweyî û bi vî awayî ger tehrîm berdewam bin deynên dewletî li hember berhemên nepaqijên navxweyî heta %150 bilind dibe ku yekek din ji şikesta yekcarî ya aboriya rejîmê ye.

Berê jî sendoqa navnetewî ya pere beravird kiribû ku tev deynên dewletî di sala derbasbûyî de gihabû bi %36 a berhemên nepqaijên navxweyî û pêka sala 1398`an a rojî 2 hember bilind bibû.

Rejîma Îranê heta niha amarek ji gelempera deynên dewletî belav nekiriye, lê dawî amara banka navnedî ya rejîmê ku li 17`ê Rezberê belav kiribû, nîşan dide ku tenê deynên beşa dewletî bi bankan re li meha Rezbera îsal pêka meha rezbera par  %35 bilind bûye û ber bi zêdetir ji 655 hezar milyard Tumenî ve çûye.

Saziya Bername û Bûdceya rejîma Îranê li derheq nirxa enfilasiyonê nivîsiye, ger tehrîmên ser Îranê dom hebin, nirxa enflasiyon digihe bi %65 î.

lê heta niha binav hikûmeta Îbrahîm Reîsî ti bertekek bi vê rapora Saziya Bername û Bûdceya rejîma Îranê nîşan nedaye.

Bi vî awayî ger dorpêçên navdewletî û nemaze yên Amerîkayê li ser rejîma Îranê bêne berdewamkirin, dê aboriya rejîmê bi yekçarî tûşî şikestê bibe û rejîm ber bi herifînê ve diçe.