
Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê, hewl dide da ku, bi çêkirina nakokiyan di nav tex û qat, û pêkhateyên cuda yên Îranê de, temenê xwe dirêj bike.
Ev yeka zelal û eşkere ye ku, Rejîma Îslamî ya Îranê, ji bo mana xwe di desthilatê de, hawara xwe dibe ber hemû karî.
Piştî destpêkirina civînên nerazîbûnê û girevên sinfî û berdewamkirina wan, rejîma Îslamî ya Îranê, hewl daye da ku ji riya siyasetên xapînok yên xwe yên wekî dev ji kar berdana çend wezîran, bidarvekirina alozkeran û wergirtina sermayên nerewa yên berpirsan, axê bike nav çavên xelkê de, û xelkê kerbvebûyî ji rejîmê, aram bike.
Tevî van hemû hewlên rejîmê, xelk daxwaza guherîna desthilatê û li ser kar nemana vê rejîmê dikin, û rejîm vê carê dixwaze ji riya çêkirina netebahiyê, di navbera texên kedkar û cotyar û karmendan û herwisa zalkirina mesebê Şî`e bi ser mesebê Sunî de, û piştguhxistina olên din yên wekî, Yarsan, heyama desthilata xwe dirêjtir bike.
Xelk di navxweyî Îranê de, bi awayekî jiyana van dijwar bûye ku, bilindbûna nirxan û hejarî û destengî, bi rengekî zext û givaş xistiye ser xelkê ku, êdî zehmet e silogan û hewlên çewtekarî yên rejîmê bikarin agirê kerbvebûna xelkê vemirîne, û xelk zêdetir ji caran daxwaza mafên xwe dikin.