
Di bajarê Pîranşarê de, sefên dirêj yên xelkê bona kirîna çend kîlo qend bi nirxeke kêmitir, bûye sedem ku jin û mêr çendîn demjimêran di sefên tevlihevbûyî de rawestin û rejîmê bi tenê di firotingehekê de wê qendî bi nirxa kêmtir difroşe.
Rejîma Îranê ku biryar daye di bajarê Pîranşarê de bi nirxeke bênirx ya 5 hezar Tumenî 4 kîlo qend bi welatiyên wî bajarî re bifroşe, dikarî di çend firotingehan de wî karî bike, lê bi zanebûn û bi armanca ragirtina xelkê ku jin û mêrên bi temen û kesên nexweş jî li xwe digere, li demsala sirê di sefên dirêj de bi çendîn demjimêran radigire.
Bi vî awayî, rejîma Îranê ku îdia dikir “em dê we bi pileya herî bilind a mirovahiyê bigehînin”, bervajî bi her awayekî karîbe, bêrêzî bi mirovahî û kerameta mirovan dike.
Di dema ku mencên Koronayê di Kurdistan û Îranê de bajaran dide ber xwe, ew kiryara rejîmê bi tenê bi armanca bêrîzîkirin bi mirovahî, tûşkirina xelkê bi nexweşiyên epîdemîk û bêrêzîkirineke bi zanebûn bo kerameta mirovn e.