Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê berpirsek payebilind ê Spaha Pasdaran bi sedema sîxurîkirin bo Îsraîlê binçav kiriye

12:46 - 30 Hezîran 2022

Rojnameya “NewYork Times” belav kiriye ku rejîma Îranê berpirsek payebilind ê Spaha Pasdaran a terorîst bi sedema sîxurîkirin bo Îsraîlê binça kiriye.

Wê rojnameyê li gor gotina berpirsek payebilind ê rejîma Îranê ku nexweastiye navê wî bê eşkerekirin, nivîsiye ku “Elî Nesîrî” endamê payebilind ê Spaha Pasdaran di wê midehê de bi sedema sîxurîkirin bo “Mossad”a Îsraîlê ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatiye girtin.

“Elî Nesîrî” di Yekeya Parastina Îtilaata Spaha Pasdaran de berpirsayetî hebûye û ew pasdare bi sedema vê ku hûrde zaniyarî bi “Mossad”ê re dane û hevkariya wê saziyê kiriye, ji aliyê rejîmê ve hatiye binçavkirin.

Heyamek e ku tev berpirsên Spaha Pasdaran a terorîst şik û guman ji yektir hene û Spaha Pasdaran ber bi çend aliyan ve diçe û pêka hin nûçegihaniyan jî, belkî heta kodetayek di nav wê saziyê de çê bibe.

“Husên Taib” Berpirsê berê yê Îtilaata Spaha Pasdaran jî li berpirsayetiya xwe hate vêdebirin. Eva jî nîşaneya derzkirina Mossadê di nav Spaha Pasdaran de ye.

Çend roj beriya niha “Orşelîm Post”ê nivîsîbû, piştî vê ku çendîn berpirsên payebilind ên Spaha Padaran hatine kuştin û piştî şikestên pişt serê hev ên Spaha Pasdaran, ew saziye mijûlê paqijkirina nav mala xwe ye. Wê rojnameyê nivîsîbû belkî heta ew paqijkirina nav malê bibe sedema kodetayek di nav Spaha Pasdaran de.