Polîsê welatê “Hindistan”ê ragihandiye: “Îran berpirsyarê teqîna bombê li nêzî balyozxaneya Îsraîl di bajarê “Dêhlî”ya “Hindistan”ê de ye”.
Roja Înê 29ê Kanûna Paşîn, li bajarê “Dêhlî”ya “Hindistan”ê li nêzî balyozxaneya “Îsraîl”ê bombeyek teqiya û di vê derheqê de, rojnameya “India Today” a wî welatî daye zanîn ku, kesekî Îranî di wê teqînê de rol hebûye û pêka rapora wê rojnameyê, nameyek di nêzî cihê teqînê de peyda bûye ku navên “Qasim Silêmanî û Muhsin Fexrîzade” têde hebûye.
Rojek piştî teqîna wê bombê li Hindistanê, dengê ajîra ewlehiyê di bajarê “Tehran”ê de bilind bibû û pêka hin zaniyariyan ew bi sedema gera esmanî ya “F-35”ên Aetrşa “Îsraîl”ê di esmanê “Tehran”ê de bûye.
Hin ji çavkaniyên nefermî yên Îsraîlê jî dane zanîn ku: “Çend balafirên F-35 ên şerker yên Îsraîlê li ser esmanê Tehranê geriyane û embareke alavên reaktûrên navkî ya Netenzê bombebaran kirine.
Rejîma Îranê bi gef û êrîşên terorîstî dixwaze wekî berevaniyek ji xwe wan bikar bîne û bi înkara êrîşên li ser xwe, lawazî û neşiyana xwe di hember Îsraîl û Amerîkayê de perdepoş bike.