
Dadgeha Federal a Amerîka, rejîma Îranê bi dana 879 milyon dolaran a qerebûkirinê mehkûm kir.
Dadgeha Federal a Amerîka derheq êrîşa terorîstî ya sala 1996 di birca Elxuber a Erebistanê de, rejîma Îranê mehkûm bi dana qerebûkirina malî kir û pêka biryara wê dadgehê, rejîma Îranê dibe 879 milyon dolaran pere wekî qerbebû û cirme bide malbatên wan Amrîkayiyan ku canê xwe di wê êrîşa terorîstî de ji dest dane.
Hewisa dadgeha Federal Spaha Pasdaran a terorîst wekî berpirsiyarê wê êrîşa terorîstî dizane.
Dadwerê Dadgeha Ferderal, “Adora Zawêr”, ragihandiye ku dezgeha Dadweriya Amerîka, xweşmêriya hêzên esmanî û malbatên wan ji bîra xwe nabe û sitandina mafên wan malbatên ku kesên xwe di wê êrîşê de ji dest dane bo xwe bi şanazî dizane.
Pêka biryara wê dadgehê, Spaha pasdaran a terorîst û Wezareta Îtila`ata rejîma Îslamiya Îranê dibe bi 14 birîndar û malbatên 21 kesên ku canê xwe ji dest dane, qerebû bike.
Di wê êrîşê de, 19 sezbazên hêzên esmanî yên Amerîkayê canê xwe ji dest dabûn û zêdetir ji 400 kes jî birîndar bibûn.