Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi armanca berahîkgirtina înterneta mahwareyî, “kargirûpek” pêk anî

11:33 - 15 Şibat 2021

Rejîmê bi mebesta li hemberderketin li dijî destpêragihîştin bi înterneta mahwareyî û ji kontirolderkevtina çavedêriya bi ser bikaranîna înternêtê ji aliyê xelkê ve, her ji niha ve” kargirûpek” pêk aniye.

Roja Yekşemiyê 14ê Şibata 2021an, “Ebullhesen Fîruzabadî”, Serokê Şêwreya Bilind ê Torên Civakî ya rejîmê, tevî îşarekirin bi pêkanîna wê “kargirûp”ê, ragihand: “Bi hatina înterneta mahwareyî, egera hindê heye ku hemû torên neteweyî yên zaniyariyan bikevine metirsiyê”.

Wî berpirsê rejîmê nekarî tirsa xwe ji hatina înterneta mahwareyî veşêre û got: “Bo vê ku deshilatdarî li torên civakî de, bi hatina wê înterneta mahwareyî derbê nexwe, divê em xwe bona bervaniyê amad bikin”.

Rejîmê mêjveye terhek bi armanca cudakirina înterneta ku xelk bikar tînin digel tora cîhanî ya “web”ê xistiye ber bas, û her carê bi hêcetên cur bi cur cehd kiriye ku bikare hindî zêdetir kontirola bikarînerên înternêtê bike.

Gelek karnas û pisporên înternetê li ser wê bawerê ne ku hekî înterneta mahwareyî bikeve ber destê xelkê, bê guman dê guhartinekî mezin li peywendiyan de çê bibe û hemû xelkê cîhanê bi bê fîltêrîngê dikare înternêtê bikar bîne, bi bê wê ku çi deshilatek bikare peywendiya xelkê kontirol bike.

Ger înterneta mahwareyî bikeve ber destê xelkê, rejîm êdî nikare her dema bixwaze înternetê qut bike yan lawaz bike, lewma wê yekê bi qazancê xwe nizane û her di niha de ji egera înterneta mahwareyî be`eciye.