
Rejîma Îranê li rasteya siyaseta rakêşana bala Kurdan û standina nasnameya neteweyî û sepandina çanda Îranî bi ser Kurdan de, navendek di bin navê “Lêkolîna Guherinên Kurd” de ku beşek ji “Encumena Lêkolîna Rojavaya Asiyayê” ye, ava kiriye.
Pêka nûçegihaniyên rejîma Îranê, balyozê berê yê rejîma Îranê li Îraqê û yek ji fermandeyên Spaha Quds a terorîst “Hesen Danayîferd”, û hejmarek ji more û kesên girêdayî rejîmê li vê girûpê, ku bi armanca çewtekarî, sîxurî û çêkirina fitneyan li nav Kurdan hatiye avakirin, beşdar in.
Avakirina navendek wiha hewla rejîma Îranê bo derzkirin li hemû beşên Kurdistanê dide xuya ku di rasteya çewtekarî, sîxurî û çêkirina fitneyan de ye.
Berê jî rejîma Îranê ji rêya çendîn navend û hejmarek “caşqeleman” ve, di hewla çewtekariya xebata rewa ya netewa Kurd û dîroka wî neteweyê de bûye, da ku bikare Kurdan wekî beşek ji binav “çanda Îranî” bide nasandin.