
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bi bê guhdan bi givaşên li ser rejîmê û nerazîbûnên berdewam yên di navxweyî welat de, girtiyan bidarve dike.
Li gorî raportên belavbûyî, rejîma Îranê di sala 2018`an de zêdeyî 200 girtî bidarve kirine, û tenê di Çiriya Paşîn de 13 girtî îdam kirin û aliyê kêm sê kes ji van girtiyan di 30`ê Xezelwerê li bajarê Şîrazê li pêş çavên hevwelatiyan darve kirine.
Çend rojan berî niha jî, di 23`ê Xezelwerê de rejîmê di girtîgeha Guherdeştê a bajarê Kerecê de jî, 10 girtiyên din îdam kirin.
Rejîma Îslamî , di demkê de girtiyan bidarve dike ku, nerazîbûnên tex û qatên cuda yên civakê, derheq rewşa tevlîheva aborî a welat ku, para herî zêde a hevwelatiyan rastî destengiyê kiriye, berdewam dikin û rejîm jî bi bê guhdana bi xelkê nerazî û givaşên aborî yên li ser hevwelatiyan wê hovîtiya xwe berdewam dike.
Herwisa di biryarnameya nû ya Komîteya Mafê Mirov a Civata Giştî ya Navneteweyî de jî, ji rejîma Îranê daxwaz hatiye kirin ku, dev ji desteserkirinên serberedayî yên xwe berde, û herwisa nîgeraniya xwe jî derheq hejmara bilind ya girtiyên bidar verkirî de nîşan daye.
Piştî vekişiyana Amerîkayê ji lihevkirinê, û sepandina dorpêçên aborî yên li dijî rejîma Îranê rewşa aboriya Îranê, rojbiroj tevlîhev bûye û karxaneyên pîşeyî yek li pey yek hatine daxistin, û hevwelatî jî bi sebeba betalî û herwisa bo dabînkirina dahata jiyana xwe rû li karên metirsîdar wekî kolberiyê dikin, û her di van riyan de jî, piraniya wan ji ber gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên rejîmê canê xwe ji dest didin.