Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi berdewamî bêrêzî bi kincên netewa Kurd dike

16:55 - 17 Kanûna Paşîn 2021

Li bernameyek telvîziyonî ya deng û rengê rejîmê ya taybet bi “Kirmanşan”ê ji aliyê pêşkeşkarê bernameyê ve bêrêzî bi kincên Kurî yên mêvanê bernamê hate kirin.

Duktor “Ferîborz Ezîzî” ku ji aliyê wê bernamê ve hatibû mêvankirin û bi kincên Kurdî di bernamê de beşdar bibû, pêşkeşkarê bernabê bi wî re dibêje “ew kincên şivana çine te li xwe kiriye”?

Mêvanê bernamê bersiv dide ku ew kincane hêmaya azadiyê ye.

Eva yekem car nîne ku di deng û rengê rejîmê de bêrêzî bi kincên neteweyên Îranê re tê kirin û xelk nerizayetiyên xwe nîşan didin.

Kanal “2” a ser bi rejîmê bi awayekî bernamedarêtî bêrêzî bi kincên Kurdî dike.

Her wê kanalê di bernameyeke xwe ya bi navê “Kulah Qirmizî” de, destmala Kurdî ya jinên Kurd li ber guhdirêjeke lîstûkî ya bi navê “Cîger” kiribû..

Sala 1395an li serdêrekê de ya bi navê “Heftxanê Rostem”, sivikatî bi neteweya Tirk kiribûn ku ew gotare ji aliyê kesek bi navê “Emîr Elîzade” ve, hatibibû nivîsandin.

Di vê derheqê de, di bernameyeke komîdî de li jêr navê “Dorhemî”, bi derhêneriya “Mêhran Mudîrî”, sivikatî bi netewa Kurd hatibû kirin.

Deng û rengê rejîma Îranê ku zirneçiyê desthilata rejîmê ye û bilî hizra paremayî û belavkirina hizra îdeolojîk, ti bernameyekî din belav nake, di bernameyên televîzyonê de bi berdewamî sivîkatî û bêrêzî bi netewên din yên Îranê dike.