Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi berdewamî hevwelatiyên Behayî desteser dike

11:44 - 19 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Sê hevwelatiyên Behayî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îslamî hatine desteser kirin.

Li gorî raportên nûçegihaniyan, roja Yekşemî 27`ê Xezelwera 1397`an (18`ê Çiriya Paşîn), hêzên ewlehiyê yên rejîma Îslamî a Îranê, sê hevwelatiyên Behayî yên bi navên “Nasr Baqirî, Fa`êz Baqirî û Roha Îmanî”  desteserkirine.

Dadgeha qezayî ya bajarê Yezdê “Nasir Baqirî” û kurê wî yê bi navê “Fa`êz Baqirî” her yek bi 9 meh û 3 sal hepsa te`zîrî  ceza dane, û herwisa “Roha Îmanî” ku akinciyê bajarê Kirmanê ye, li sala 1394`an, li bajarê Yezidê hatibû desteserkirin ,û ev jî  9 sal cezaya hepsê bo hatiye birîn.  

Ev ceza dana  hevwelatiyên Behayî ji aliyê dadgehên rejîma Îslamî ya Îranê ve ,  bi awayekî berfireh di torên civakî de, belavbûye,.

Her di vê pêwendiyê de jî , di dawiya Rezbera îsal de, derheq desteserkirina berfireh ya Behaiyan di bajarên cuda yên Îranê de, Saziya Çavdêr ya Mafê Mirovan di raporteke xwe de,  îşar bi azar û ezyetkirina berdewam ya Behaiyan,  ji aliyê rejîma Îslamî kiriye ku, di heyama du mehên borî de di bajarên cuda yên Îranê de nêzîkî 20 hevwelatiyên Behayî hatine desteser kirin.

Herwisa di heyama havîna îsal de jî, deha hevwelatiyên Behayî ji mafê xwedin di zanîngehên Îranê de hatine bê parkirin.

Di heyama hefteya borî de, li bajarê Demawendê, rejîmê qebra hevwelatiya Behayî ya bi navê “Şemsî Eqdesî”  hildabûn û termê wê derxistibûn.

 Behayî li jêr zexta hêzên emniyetî de ne, û gellek sivikatî bi wan tê kirin, û gellek caran jî goristanên wan têne xirabkirin.

Her di vê pêwendiyê de jî, Wezareta Karê Derve a Amerîkayê çendîn cara  binpêkirina mafê kêmaniyên mesebî  û azardana van  ji aliyê rejîma Îslamî ve mehkûm kiriye.