Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi dû berhemanîna çekên komkuj e

17:56 - 4 Gulan 2021

Rêkxiravên ewlehî yên 3 welatên Ewropayî eşkere kirine ku, Îran bi dû berhemanîna çekên komkuj ve ye.

Rêkxiravên ewlehî yên welatên “Holend, Swêd û Alman” li raporekê de belavkirine ku, rejîma Îranê li pey destpêregihîştin bi zaniyariyên pêşketî yên çekên komkuj bûye.

Rapora wan rêkxiravên ewlehî dide xuya ku, Îran li sala 2020an de çendîn caran hewl daye ku zaniyariyên çekên komkuj bi dest xwe ve bîne.

Li rapora salane ya rêkxiravên ewlehî li welatê Holendê de hatiye ku, welatên wekî “Sûriye, Pakistan, Îran û Koreya bakûr” li sala derbasbûyî de, hewl dane ku zaniyariyên hewce bo çekên komkuj li Ewropa û Holendê, bi dest xwe ve bînin.

Herwisa dewleta Swêdê daye zanîn ku, Îran bi dû çeka navikî bûye.

Ji aliyeke din ve jî li welatê Almaniyayê de, rejîma Îranê hewl daye ku hindek zaniyariyan bi dest xwe ve bîne ku bona çekên komkuj mifah ji wan zaniyariyan têne vergirtin.

li wê raporê de hatiye ku cuda ji wan hewlên rejîma Îranê, karbidestên rejîma Îranê li dijî penaber û dijberên Îranê, sîxuriyê dikin.