Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi êrîşên Îsraîlê li ser Kerecê îtiraf kir

10:58 - 28 Îlon 2021

Nûnerê rejîma Îranê li Saziyên Navnetewî ên di Viyenê de, “Kazim Xerîb Abadî”, duh 5`ê Rezberê, daye zanîn ku Ajans, Amerîka û sê welatên Ewropî bizanin ku nikarin hem li hember hewlên Îsraîlê bêdeng bimînin û pêşiya wî welatî negrin û hem jî daxwaza çavdêrî û hebûna dûrbînên Ajansê di damezraweya ku bin hewlên xirabkarane ên Îsraîlê de ye, bin.”

Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî û Amerîka û sê welatên Ewropayê daxwaz ji rejîma Îranê kirine ku îznê bide Ajans dûrbîn û mêmoriyên wan binkeyên navkî biguhere.

“Kazim Xerîb Abadî”, li hember axavtinê Ajans, nûnerê sê welatên Ewropî û Amerîkayê bertek nîşan daye û daye zanîn: “Dema ku alavên çavdêrî ên Ajansê ji aliyê Îsraîlê ve ji kar têne xistin, we çavnihêrî ji Îranê nebe ku car din wan bi bê nirx bo Îsraîlê çê bike”.

Eva jî di halekê de ye ku Îsraîlê heta niha çendîn caran êrîş kiriye ser binkeyên navkî ên rejîmê li Kerecê û Îsraîlê daye zanîn, ew welate nahêle Îran bigihe bi çeka navkî.

Rejîmê piştî çendîn mehan ev yeka teîd kir ku Îsraîlê êrîş kiriye ser wan binkeyan, û Xerîb Abadî daye zanîn “xirabkariyên Îsraîlê bûne sedemê jikeraketina alavên çavdêrî ên Ajansê li binkeya Kerecê de”.