Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi gefan xelk tevlî xwenîşandanê kirin

17:33 - 4 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Demûdezgehên rejîmê li bajarên Kurdistanê gef li karmendên Kurd xwaribûn, ku hekî pişikdariyê di xwenîşandana 13`ê Xezelwerê de nekin, wê li ser karên xwe bêne derkirin.

Pêka nûçeya ku gehîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, piraniya navend û demûdezgehên rejîmê li bajarên Kurdistanê bangewaza beşdarî li xwenîşandana 13`ê Xezelwerê rû bi karmendên Kurd belav kiribûn, û ragehandibûn ku di egera beşdarînekirin wan di xwenîşandanê de, ewê li ser karên xwe bên derkirin.

Navenada “Besîca Dersxwanan”, “Besîca Jinan”, “Besîca Xwandekaran”, “Besîca Mamostayan”, navendên ayînî ên ser bi rejîmê, navendên ragehandinê ên ser bi rejîmê û herwisa navendên nizamî, hemû ew navendane ku bangewaz rû li karmendên Kurd, bi sedema beşdarîkirina wan di xwenîşandana 13`ê Xezelwerê de belav kirine, di naveroka bangewazê de gef li karmendên Kurd xwaribûn, ku di egera beşdarînekirina wan di xwenîşandanê de, wê li ser karên xwe bêne derkirin.

Jî bilî wan navendên ku îşare pê hatine kirin, piraniya demûdezgehên rejîmê li bajarên Kurdistanê de, wekî Fermandarî (Qaimeqamî), Şaredarî û Îdareya Perwerdehiyê, bangewaza beşdarîkirin di xwenîşandanê de belav kiribûn. Cihê îşare pêkirinê ye, ku îdareya Perwerdehiyê jî, ji bilî vê bangewazê agehdariya taybet bo hemû dersxwanan,  xwendekaran, peymangeh û zanîngehan şandibû, ku dibe xwendekar û dersxwan di xwenîşandana 13`ê Xezelwerê de beşdar bin.