Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi hêceta Koronayê hikûmet nizamî bi rêve dibe

16:37 - 4 Kanûna Paşîn 2021

Vîrûsa Koronayê li Kurdstan û Îranê bi berdewamî belav dibe û xelk bilî vê hindê ku tûşî Koronayê dibin rêjeya qorbaniyên wê nesaxiyê bi berdewamî bilind dibe.

Rejîma Îranê nikare vîrûsa Koronayê kotirol bike û biriyaran dide ku ti pêwendî bi kontorol kirina wê nesaxiyê nîne.

 “Îrec Herîrçî” cêgirê wezîrê tendûristiya rejîma Îranê di biriyarekê din de ragihandiye ku di tev bajaran de demjimêr 9ê şevê vêde hatin û çûn qedexeye û egera vê heye ku heta dawita salê we biriyar dirêj bikin.

Ew biriyara rejîma Îranê li tirisa nerzîtî û xwenîşandanên xelkê Kurdistan û Îranê ye di halkê de li Îran û Kurdistanê roj bi roj nerazîtî zêdetir dibe û rejîm li tirsa vê hindê korona kiriye hêcet û qedexeya hatin û çûnê ragihandiye.

Di heyamê derbasbûyî de karbidestên rejîma Îranê tinê qedexeya hatin û çûn di nav bajar û parêzgehan de ragihand bû lê niha li demjimêr 9ê şevê vêde qedexeya hatin û çûnê hatiye ragihandin.