
Di bajarê “Dêhloran”ê de ser bi parêzgeha “Îlam”ê, karbidestên rejîma Îranê bi hêceta veguhastina ajelên qaçax hejmarek ji ajelên xelkê zewt kirine.
Roja Înê 3ê Kanûna Pêşîn, li bajarê “Dêhloran”ê ser bi Parêzgeha “Îlam”ê hêzên întizamî yên ser bi rejîma Îranê bi hêceta veguhastina ajelên qaçax maşînek barhelgir ragirtin ku helgirê 44 ser pez bûye û bi hêceta vê yekê ku ti derfetname an belgeyek bo veguhastinê tinînin, ajel bi qaçax hesibandine û zewt kirine.
Nirxa wan 44 ser pezên ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine zewitkirin di bazaera ajelan de zêdetir li miliyardek Tumen e.
Zewtkirina ajelên xelkê ji aliyê hêzên rejîma Îranê bi hêcetên wekî qaçaxkirina ajelan an nebûna belgeyên hewce bo veguhastinê, têne encamdan, gelek caran hêzên rejîmê wan ajelan di bazaran de difroşin û wî pereyî wekî xenîmet di navbera xwe de dabeş dikin.
Eva yekem car nîne ku hêzên rejîma Îranê ajelên xelkê zewit dikin û darayiya xelkê ji wan distînin, ew kiryarên rejîmê bûne sedem, kesên ajelan xwedî dikin rastî pirsgirêkên gelek micid bibin û tevî jidestdana darayiya xwe rastî binçavkirin û lêdan û kutanê jî dibin û di dadgehên rejîmê de bêne cezakirin.