
Rejîma Îranê erdê xelkê gundê “Dirû” yê girêdayî bajarê “Şino” yê bi hêceta çêrîngehbûnê zewt dike.
Rejîma Îranê li gundê “Dirû” girêdayê bajarê “Şino” yê li parêzgeha Urmiyê, bi hêceta vê yekê ku beşek ji erdê xelkê çêrîngeh e, ji wan distine, û ew di halekê de ye ku ew erd zêdetir ji 70 sal e ku ji aliyê xelkê ve wekî zewiyên çandinê têne bikaranine û kirine baxçeyê.
Ew erdê ku rejîma Îranê di hewlê de ye ji xelkê gundê “Dirû” bistîne, erdê giştî yê xelkê gundê “Dirû” yê ye û rejîma Îranê bi hêceta çêrîngehbûna wan zewiyan, dixwaze erdê xelkê zewt bike.
Herwisa rejîma Îranê bo afirandian fitneyan, netebayî di nav xelkê de çêkiriye û mixabin hinek ji xelkê wî gundî, ketine dava rejîmê û dijminatiyê digel hevgundiyên xwe dikin.