Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi hemû awayekê cehdê dike ku berahîka cêjna Newrozê bigre

11:58 - 20 Adar 2021

Pêka nûçeyên ku geheştine malpera “Kurdistanmedia”ê, roja Înê, 19ê Adarê, hêzeke zaf ji caş û Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, rêkên çiyayê “Terexê” dayxistibûn û rê nedidan ku ti kesek bi wî aliyî ve biçe.

Pêka zaniyariyan, caş û Pasdaran rêkên Bokan bo Terexê, Mihabad bo Terexê û çendîn rêkên gundan ku ber bi çiyayê Terexê ve diçin, dayxistibûn û cehd kirin ku xelk nekare biçe Terexe.

Herwisa wan çavkaniyan daye zanîn ku hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, ji plaka maşînên wan kesan ku ber bi çiyayê Terexê ve diçûn wêne girtine.

Xelkê Bokanê çend rojan berî niha di daxuyaniyekê de belavkiribûm ku, li roja Înê, rêûresma Newrozê di çiyayê “Terexê” wekû resma hemû salên berê, dê bi rê ve bibin.

Rejîma Îranê hilkeftên netewî yên xelkê Kurdistanê, wekî gefeke micid bo ser xwe dizane, lewma bi hemû awayekî cehdê dike ku rê ji lidarxistina  wan rêûresman bigre.