
Kurdistanmedia: Di dibistanên bajarê Şinoyê de, rejîmê bergeyên alîkarî yên bi navê “xelat bo dibistanê”, bo malbatên dersxwanan şandiye.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di dibistanên bajarê Şinoyê de daxwaz ji dersxwanan kirine ku, dibe pare bo dibistanan bîn in, û ev pareyê ku daxwaz kirine pareyeke zêdeye.
Di wê bergeyê de hatiye ku, bo geşe, pêgihîştin û gihîştin bi gûpikê, me hewcehî bi alîkariya we dayîk û bavan heye.
Rejîma Îranê di demekê de, bi hêceta geşe pare li dersxwanan verdigre ku, çend roj beriya niha di bajarê Kirmaşanê de, dersxwan di dibistanekê de, bi sedema girêdana şîra felekeya gazê, rastî dilêş û haletê vereşandinê hatibûn.
Rejîma Îranê bi hicetên cuda pare li dersxwanan verdigre ku, pêka yasaya bingehî a rejîmê, standina pare li dersxwanan qedexeye û dibe xwendin bi belaş be.