Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi hinceta toza hewa îdare û xwendingehên bajarê Tehranê daxistin

12:21 - 17 Gulan 2022

Cêhgirê Parêzgarê Tehranê ragihandin, bi sedema toz û xwelyê tev xwandingeh, zanîngeh û îdareyên wî bajarî li roja Sêşemî dê daxistî bin.

Ji aliyek din ve ev pirsyara tê gorê ku, toz û xwelya berê ji ya vê carê gelek zêdetir bû lê, rejîmê biryarek wiha neda.

Pêka gotina Cêhgirê Avedanî yê Parêzgarê Tehranê “Abid Melikî” nîşandeka toza hewa ya bajarê Tehranê 238`e û îdia kiriye ku bi vê sedemê îdare, xwandingeh û zanîngeh li roja Sêşemiyê de dê daxistî bin.

 Gotinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ne ku xwenîşandanên giştî ên li dijî rejîmê berfirehtir bûne.

Berê nîşandeka toza hewayê Tehranê gelek zêdetir ji 238`an bûye lê, rejîmê biryara daxistina bazar an îdare û cihên giştî nedida, lê, vê carê ji tirsa berfirehtirbûna xwenîşandanên nerazîbûnan yên li dijî rejîmê û herwisa xwenîşandana nerazîbûnên Sendîkaya Ajotvanên Otobûsan li Bajarê Tehranê, biryara daxistina îdare, xwendingeh û zanîngehan daye.

Rêjeya toza hewayê bajarê Tehranê li roja Sêşemî 27`ê Banemerê di ragihandinên rejîmê de bi rêjeyên cuda hatiye belavkirin ku bi wî awayî ne: Mehrnews bi 441, Momtaznews bi 156, Farsnews bi 268 hatine ragihandin.

Tevî îdiayên rejîmê bona daxistinan, kombûna nerazîbûnên Sendîkaya Ajotvanên Otobûsên bajarê Tehranê û herwisa xwenîşandanên seranserî ên xelkê ên li dijî rejîma Îranê bûne sedem ku rejîm ji tirsa berfirehtirbûna xwenîşandanan biryara daxistina îdare, xwendingeh û zanîngehan bide.