Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi pîlan cehdê dike xelkê Xuzistanê koçber bike

13:38 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2020

Rejîma Îranê bi dabîn nekirina ava hewce bo werzigariyê û vexwarinê bo xelkê parêzgeha Xûzistanê, bi zanebûn dibe sedema koçberiya xelkê wê parêzgehê.

Werzîgarên devera Howêyzê di parêzgeha Xûzistanê de xwenîşandana nerizayetiyê derheq dabîn nekirina ava hewce ya bo çandina şitlên birinc, lidar xistin û nêzî mehekê ye ku erdê werzîgariyê di devera “Howêyzê” de hişk bûye û bûye çoleke hişk.

Pêka wan vîdyo yên belavbûyî, werzîgar ji xemsariya berpirsan bona dabîn nekirina ava hewce nerazîne û tevî ku nehatine bîmekirinê, xelkê wê herêmê bas dikin ku êdî ew cihê manê nine û dibe herin di çadiran di çolan de bijîn, her çiqas baş dizanin ku ewa pîlan û xwasta rejîmê ye ku xelkê xweciye Ereb vêderê berdin biçne cihên dinê , heya ku dêmografiya wê herêmê têk bidin.

Rejîma Îranê, ava vexwarinê û ava hewce bo werzîgariyê di hin cihan de qut dike ku xelkê wan deveran bi cî bihêlin û koçberê bajarên wekî Tehranê bibin.