Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi qasî 1 li ser 3 ya dahata Îranê qer hene

10:39 - 20 Çirriya pêşîn 2021

Sindoqa Navnetewî ya Pere ragihandiye ku qerê rejîma Îranê zêdetir bûye û bi qasî 1 li ser 3ya dahata Îranê qer heye.

Sindoqa Navnetewî ya Pere di raporekê de ragihandiye ku qerê Îranê li sala derbasbûyî zêdetir ji %30.3 a dahata giştî ya berhemanîna nepaqija netewî ya hundirê Îranê bûye û ew di halekê de ye ku li salên di navbera 2007 heta 2017 an de bi awayê nêvincî qerê rejîmê %6.5 bû.

Herwisa di wê raporê te hatiye ku qerên rejîmê pêka danineberhev a berhemanîna nepaqija netewî ya hundirê Îranê dê %27.3 be û sala bê jî dê bigihîje bi %28.4 ku dide xuya qerên rejîmê zêdetir dibin.

Saziya Bername û Bûdceya rejîma Îranê di wê dawiyê de raporek belav kiriye ku di wê raporê de hatiye:  “Eger dorpêçên aborî berdewam bin, qasa qerên dewletî heta sala 1403an a Rojî dê bigihîje bi nîveya berhemanîna nepaqija netewî ya hundîrî”, bi wî awayî rejîm îflasê dike.

Pêka berewirda Banka Cîhanî, berhemanîna nepaqija netewî ya hundirê Îranê di sala derbasbûyî de 192 milyard dolar bûye ku bi qasî nîveya aboriya Îmaratê û 1 li ser 3 a aboriya Tirkiye û Erebistanê ye.