Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi rêkixistina torên bedel dorpêçên aborî dor lê dide

12:21 - 23 Hezîran 2022

Rojnameya “Wall Street Journal” nivîsiye ku, rejîma Îslamî ya Îranê bi rêkxistina torên bankî yên bedel bi navbendçiya bankên welatê Çîn û Rojhilata Navîn, xizmetguzriyên bankî dest xisitne û bi vî awayî dorpêçên aborî yên Amerîkayê dor lêdane.

Pêka rapora rojnameya “Wall Street Journal” hin dîplom û rayedarên ewlehî yên Ewropî eşkere kirine ku, rejîma Îslamî a Îranê ji rêya tor û kompaniyayên bedel ve, ofîsên spîkirina pere û navbendçiyan ji bo beşên dorpêçêkirî yên weke wizeya navkî û beşa pîşeyiya xwe bona xizmetguzariyên torên bankên navneteweyî mifah vergirtiye.

Rejîma Îranê di sala 2011`an de ew tore li hember dorpêçên li ser xwe ava kiriye û di vê heyamê de, bankên mezin ên wekî “H.S.B.C û Standard Chartered xizmeta bazirganiya Îranê kirine.

Herwisa di dawiya Reşema sala derbasbûyî de jî, her wê rojnameyê di raporeke xwe de dabû eşkerekirin ku rejîma Îslamî ya Îranê ji rêya sîstema malî a nihînî ya xwe ve dorpêçên aborî dor lêdaye û dabû zanîn jî ku, rayedarên rejîmê dixwazin ew sîsteme weke beşa heritmî ya aboriya welat be da ku danûstandinên derve yên rejîmê di bin ewlehiyê de bin. 

Her di vê derheqê de du hefteyan piştî weşana rapora rojanmeya “Wall Street Journal”ê, malpera “Dewbil Çêk” (Doubl Chek) ku çalakiyên neyasayî yên weke spîkirina pere û dabînkirina aboriya terorîzmê dişopîne, navê 5 welatên weke Tirkiye, Çîn, Îmarat, Hong Kong û Sengapûrê eşkere kiribû ku, rejîma Îran bona dorlêdana dorpêçan ji bank û ofîsên spîkirina pere yên wan mifahê verdigire.