Nebûna dermanên bi wec û alavên hewce bo nexweşxaneyan mirina pêketiyên Koronayê di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de zêdetir kiriye.
bi sedema nebûna dermanên biwec û alavên hewce bo nexweşxaneyan û nebûna vaksenên bi wec di nexweşxaneyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de mirin zêdetir bûye û pêka amara belavbûyî li roja Înê 20 Tebaxê bi gelemper li Îranê 4 milyon û 616 hezar û 516 kes tûşî Koronayê bûne û 100 hezar û 810 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rejîma Îranê bi hêceta berhemanîna derman û veasenên xwecihî, bi zanebûn derman û vaksenên hewce bo xelkê dabîn nekirin ku bikarin ticareta dermanên xwecihî berfirehtir bikin û ji canê xelkê pere qazanc bikin.
Serokê Komîsiyona Tendirustiya meclisa rejîmê “Hisênelî Şehriyarî” îtiraf kir ku: “Bo berhemanîna xwecihî me kirîna vaksenan bi paş xist, bi tekezî me di birêvebirina Koronayê de xemsarî kiriye û berpirs dibe bersivê bidin”.
piraniya dermanên hewce bo pêketiyên Koronayê xwecihî ne û nirxên wan wiha ne:
Favîpiravîr berhema navxweyî nirxa fermî 120 heta 190 hezar tumeniye ku di bazarê de bi 200 hezar tumenî tê firotin.
Rêmêdsîver, berhema navxweyî bi nirxa fermiya 700 hezar heta 900 hezarTumeniye ku di bazaran de xêdetir ji 12 milyon Tumenî tê firotin.
Têmzîva û Ektêmra berhemên navxweyî bi nirxa fermî 1.5 milyon heta 2.5 milyon tumenî ne ku di bazaran de zêdetir ji 15 milyon Tumenî tê firotin.
Kepsûlên Oksîjenê berhema navxwî bi nirxa berê 1 milyon û 200 hezar Tumenî dihate firotinê, niha bi zêdetir ji 3 milyon Tumenî tê firotin.
Nirxa razandina pêketiyên Korona li her şevekê li nexweşxaneyên Taybet, 5 milyon heta 70 milyon Tumenî ye.
Bi wî awayî rejîma dije mirovahî ya Îranê ticartê bi canê xelkê kiriye û niha jî berdewam e.