
Çikbûna Gola Urmiyê bi zanebûn ji aliyê rejîma Îranê ve tê encma dan û bisporên ekolojîst û çalakvanên mafê mirovî, rejîma Îranê sebebkarê çikbûna ava Gola Urmiyê dizanin.
Bisporê jîngehê û ekolojîst, “Nasir Keremî” di hevpeyvîna digel Nûçegihaniya “Iran Wire” de gotiye: “Ji sedî 85 sebeba çikbûna gola Urmiyê li stuyê hikûmetê ye”.
Her di vê derheqê de, çalakvanê mafê mirovî “Yaşar Hekkakpûr” gotiye ku, pirsa gola Urmiyê çikbûn nine belku en çikkirin e.
“Yaşar Hekkakpûr” daye zanîn ku, pêka gotina pisporan, ji 27 hezar salan berî niha ve gola Urmiyê ti carî hişik nebûye û sedemên mirovî û lêdana avbendan bi sedema bingehîn a çikbûna gola Urmiyê daye zanîn.
Pêka belgeyên zanistî devera gola Urmiyê, ji 7 hezar salan berî niha ve cihê şaristaniyet û jiyana mirovan bûye, lê hekî ji hişkbûna yekcarî neyê rizgarkirin, dê bibe deverek şoreket û cihê bagerên xwê ku di berdewamiya vê rewşê de jiyan û werzêrî dê raweste û xelk neçar bimînin ber bi cihên din ve herin.
Herwisa roja derbasbûyî, birêveberê giştî yê kirîzan li parêzgeha Urmiyê, “Emîrebas Ceiferî” gotibû: “Ji sedî 95 ava gola Urmiyê hişk bûye”.
Rejîma Îranê bi bernameyên nezanistî û çewt, bi lêdana pira Kelanterî ya di navbera gola Urmiyê bo bajarê Tevrêzê, lêdana bendavan û bi bê hebûna ti zanistekê, sedema bingehîn a çikbûna gola Urmiyê ye.