Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi zorî tiştan difroşe xelkê

17:28 - 23 Şibat 2021

Di parêzgeha Kirmaşanê de, xelk bo kirîna rûnê xwarinê, neçar in tişteke din jî digel bikirin ku bi daxwaza wan nîne.

Du heftiyan berî niha, nirxa lîtir û nîvek rûn bi 16 hezar Tumenî bû û niha dibe wê yek lîtir û nivê, bi 22 hezar Tumenî bikirin û ji aliyeke din ve jî tişteke din bi zorê digel de bikirin ku nirxa wê bi gelemper dibe 29 hezar Tumen.

Firotina tiştajn bi awayekî zorê, ji aliyê rejîmê ve rêyeke din bona bi girantirfirotin û xwarina perê xelkê ye, ji aliyeke din ve jî, rejîm nirxa hewcehiyan li ser tiştan nanivîse ku ew jî rêyeke din bona bi girantirfirotin li bazarê de ye.

Kêmbûna rûn di bazaran de û herwisa bilindbûna 2 beranberî ya nirxa wê, malbatên hejar û kêmdahat zêdetir nigeran kirine, xelk ku li rewşa niha ya Koronayê ku di hemû cihên Îranê de belav bûye, û neçar in bona kirîna rûneke erzantir, bi demjiran di sefên dûr û dirêj de rawestin.