Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bilindbûna nirxan dixe stûyê xelkê

18:21 - 8 Gulan 2022

Şîpela bilindbûna nirxên hewcehiyên xwarinê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi awayek berdewam bilind dibin û karbidestên rejîmê bi cihê çareserkirina wê pirsgirêka han, bas ji “Yarane” yê dikin.

Rojnameya “Cewan” a girêdayî Spaha Pasdaran a rejîmê di raporeke xwe de weşandiye ku, sedema bilindbûna nirxan li bazarê de, “Xelk, qaçaxçî û koçber” in û desthilatê ti çareyek bilî qebûlkirina vê yekê tune ye.

Di meha Xakelêweya îsal de li kombûneke karbidestên rejîmê de hatibû gotin ku: “Eger bi tenê du bijardeyên razîkirina xelkê û berjevendiyên nizamê hebin, hûn bijardeya duyem hilbijêrin”.

Bi sedema bilindbûna nirxan, li torên civakî de bangeşeyek hatiye belavkirin ku, xelk  derkevin li ser şeqaman û di destpêkê  de li Tehranê dest pê bikin û piştire jî bajarên din derkevin li ser şeqaman.

Nirxa piraniya herî zêde ya hewcehiyên jiyana xelkê Kurdistanê di astekê de ye ku, êdî xelkê şiyana dabînkirina wan tinînin an bi zehmetî dikarin parek ji wan dabîn bikin.