
Wezîrê Derve yê Erebistanê, “Feysel Bin Ferhan” daye zanîn, ku kiryarên rejîma Îranê bûye sedema nearamî û alozbûna rewşa ewlehî ya Rojhilata Navîn û Cîhanê”.
Roja Duşemî 2ê Çirriya Paşîn, Wezîrê Derve yê Erebistanê, “Feysel Bin Ferhan” li civîna hevpar ya welatên kendavê û Almaniyayê ragihand: “Em û hevpeymanên me li ser wê bawerê ne ku çavkaniya aloziyên deverê ji dijatiya rejîma Îranê digel girêbest û danûsitandinên navnetewî û pêdegiriya Îranê li tedaxul li karûbarên hundirî yên welatên deverê ye.
Herwisa “Feysel Bin Ferhan” ragihand: “Rejîma Îranê bi piştevanîkirin li girûpên çekdar û tundajo, deryavaniya navnetewî rastî gefan dike”.
Herwisa navbirî berê gotibû ku di her ciheke cîhanê de pirsgirêkek hebe destê rejîma Îranê têde heye û heta krîza Yemenê jî ku bi sedema Kûditaya leşkerî hate pêş, tedaxul û piştevaniya rejîma Îranê ji Hûsiyan bû.
Herwisa Wezîrê Derve yê Erebistanê ragihand: “Îran bi piştevanîkirin li milîs û terorîstan, nearamiyê li deverê berfirehtir dike”.
Rejîma Îranê bi sedema wan tedaxul û piştevaniyan li ser asta cîhanê hatiye şermezarkirin û di bin dijwartirîn givaşan de ye û aborî wî welatî îflas kiriye û xelkê welatekî herî dewlemend niha mihtacê nanê şevê ye û jiyaneke trajîk derbas dike û heta rejîma Îranê li ser deshilatê be ew karesata bê mînak dê berdewam be.