
Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a terorîst du binkeyên mezin ên ku hêzên Amerîkayê tête cihgirin, mûşekbaran kir.
Pêka nûçeyên belavbûyî, şeva Çarşemî, 18`ê Befranbarê, Spaha Pasdaran a terorîst, binkeya Eyn El-Esed ku hêzên Amerîkayê têde cihgirin li bakûrê rojavayê Bexdayê, kire armancê mûşekên xwe.
Di vê mûşekbaranê de ti ziyaneke canî negihaye ti yek ji hêzên Amerîka û hevalbendên wî.
Di vê mûşekbaranê de du mûşek li nêzî bajarê Hewlêrê ketine xwarê.
Yek ji wan mûşekan di navbera qezaya Berdereş û nêzî kempeke Berdereşê kevtiye xwarê, ku penaberên Rojavayê Kurdistanê li wir akincîn.
Mûşekek din li nêzî gundê Seydan li 5 KM balafirxaneya navdewletî a Hewlêrî ketiye xwarê.
Spaha Pasdaran a terorîst daye zanîn ku, li ser hev nêzî 30 mûşek teqe kiriye. Û di vê mûşekbaranê de, ne ti leşkeriyek Amerîkayê ne jî sivîl, rastî ziyanên canî nehatine.
Spaha Pasdaran a terorîst daye zanîn ku ew êrîşe li hember tolhildana Qasim Silêmanî yê terorîst encam daye û herwisa Nûçegihaniyên ser bi Spaha Pasdaran a terorîst ragihandiye ku, 80 kes ji leşkeriyên Amerîkayê hatine kuştin. Lê Amerîkayê jî daye zanîn ku ti yek ji leşkeriyên wan ziyaneke canî nedîtine.