
Rejîma Îranê “birinc”ê ku ji welatên bîhanî bi nirxekê kêm dikire sed qat girantir bi xelkê Îranê re difiroşe.
Rojnameya “Îtila`at” a ser bi rejîma Îranê pêka gotinên “Elîriza Ebasî” binav nûnerê meclîsa rejîma Îranê belav kiriye ku dewlet 1 kîlo birincê bîhanî bi nirxa nîv dolar yanî 13 hezar Tumen ji welatên bîhanî dikre û bi nirxa 30 heta 34 hezar Tumenî di bazarên Îranê de difiroşe, bi vî awayî 1 kîlo birinc 170 qat girantir ji aliyê rejîma Îranê ve bi xelkê re tê firotin.
Bilindbûna nirxan ji aliyê xwedî rejîma Îranê ve ye, lê rejîma Îranê her car bo bilindbûna nirxa kelûpelan hêcetên wekî destêwerdana delalan, kirêya veguhastinê, kirêya enbarkirin û…hwd tîne, lê di vê halê de jî ger ji 50% bo kirêya veguhastin û enbar û delalan be jî, dîsan 120 qat girantir ji nirxa ku kiriye, difiroşe xelkê.
Tenê bihayê “birincê bîhanî” bî vî awayî nexuya di bazarên Îranê de nehatiye bilindkirin, belkî tevahiya hewcehiyên rojane yên xelkê wekî “rûn, şekir, goştê sor û goştê mirîşkan û…hwd” ji aliyê rejîma Îranê ve roj bi roj nirxek nûtir û girantir bi xwe dibînin û di vê halê de jî ti navendek nîne ku çavedêriyê bi ser wan gendeliyane de bike.