Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo binav hilbijartinan mifah ji zarokan werdigre

13:17 - 15 Hezîran 2021

Rejîma Îslamî ya Îranê li doma propagendeyên xwe bona hilbijartinên Serkomarî û şêwraya gund û bajaran, mifah ji xelkê deverên bêparkirî werdigre.

Rejîma Îranê li devera “Hêlîlan” a girêdayê parêzgeha Îlamê, ji zarokan mifah wergirtiye û bi zorê alaya Îranê û posterên Reîsî bi wan dane hilgrtin.

Ew zarok ne dizanin “Reîsî” kî ye û ne dizanin di paşerojê de dê çi biqewime; Herwisa ti ji wan negihîştine temenê yasayî û heta ji hewcehiyên destpêkî jî bêpar in. “Hêlîlan” bêpartirîn devera parêzgaha Îlamê ye.

Berê jî rejîma Îranê li deverên bêpar ên parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê bona bi pêşvebirina binav hilbijartinan, ji xelkê hejar mifah werdigirt û bi her kesekê ku postera Reîsî hilgirtiba, milyonek Tumen dabû.