Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo dabînkirina kêmiya bûdceyê darayiyên dewletî difroşe

12:10 - 25 Çirriya paşîn 2021

Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” bo dabînkirina kêmiya bûdceyê ku zêdetir ji 400 hezar milyard Tumen e, daxwaz kiriye ku darayiyên dewletî bifroşin.

Serkomarê rejîma Îranê, “Îbrahîm Reîsî” ku bi sloganên rengawreng û sozên çewt bû bi Serkomarê rejîmê, bi sedema neşiyan û gendeliya rejîmê daxwaza firotina darayiyên dewletê ên zêde kiriye ku bikare kêmiya bûdceya îsal ya rejîmê dabîn bike û ew di halekê de ye ku xuya nîne ku ew bûdce bo dabînkirina hewcehiyên xelkê ye an bo afirandina fitneyan e.

Di wê derheqê de Wezîrê Aboriya rejîma Îranê, “Ihsan Xandûzî” gotiye: “Firotina darayiya dewletî kêmxerctirîn şêwaz bo dabînkirina bûdceyê ye” lê herwisa îtiraf kiriye ku ti amarek serast ji darayiya dewletî tinîne û xuya nîne ku ti darayiyek zêde ye an ne û heta ti berpirsek bo firotina wan darayiyan nehatiye diyarîkirin.

Sala derbasbûyî rejîma Îranê bi firotina belgên binirx zêdetir ji 70 milyard Dolar xisar bi xelkê gihand û renge wê carê bo dabînkirina kêmiya bûdceyê dubare perê bê piştivane çap bike ku paşhatên metirsîdar ên wekî bilindbûna nirxan, enfilasiyon û hejarîya zêdetir li pey xwe tîne.

Kêmiya bûdceya sala par 838 hezar milyard Tumen bû û kêmiya bûdceya îsal zêdetir ji 400 hezar milyard Tumen e û “Îbrahîm Reîsî” îtiraf kiriye ku serê her mehê 10 hezar milyar Tumen pere bi qerên dewletî dide.