Rejîma Îranê careke din bo qazanckirina dem, gotiye ku eger di danûstandinên Viyenê de beşdariyê bike, tenê bo vêdebirina dorpêçan e û li ser bernameya navkiya xwe çi danûstandinekê nake.
Wezîrê Dervê yê rejîma Îranê pasdar “Husênemîr Ebdullahiyan” tevî îşarekirin bi destpêkirina danûstandinan bo zindîkirina Bercamê tekezî li ser zivirîna tevahiya aliyan bo cîbicîkirina sozên xwe di çarçoveya wê lihevhatine de kiriye, lê gotinên Wezîrê Derve yê rejîmê digel gotinên perpirsên din ên Îranê cudatî heye.
Di vê derheqê de nûnerê payebilind yê rejîma Îranê ji wan danûstandinan de “Elî Baqirî Kenî” gotiye: “Îran danûstandinê li ser Beranemya navkiya xwe nake, me li sala 1394an de ew danûstandin digel welatên 5+1 kiriye û gihîştine encamê û mijara wan danûstandinên nû li derheq paşhatên derkevtina Amerîka ji Bercamê ye”.
Ji aliyek din ve jî rejîm bo danûstandin digel Amerîkayê mercan diyarî dike; Berdevkê Wezareta rejîma Îranê gotiye: “Amerîka divê tehrîmên li ser me vêde bibe û wan danûstandinan garantî bike ku car din wek dema “Dunald Tramp” ji rêkkevtina Bercamê neçine derê”.
Çewtekariyên rejîma Îranê û gotinê cuda ên berpirsên wê rejîmê tenê bo qazanckirina dem e ku bikare di wan demên qazanckirî de çeka navkî berhem bîne.
Hewlên rejîma Îranê bo qazanckirina dem ji çavê welatên cîhanê ve veşartî nîne û çend welatan bi taybet Îsraîl û Amerîkayê bi rohnî û fermî ragihandine ku bi ti awayekî derfetê nadin ku rejîma Îslamiya Îranê çeka navkî berhem bîne.