Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo dem dirêjkirina heyama danûstandinan hincetên nû digre

18:47 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rejîma Îranê gotiye givaşek pîskolojîk li ser me ye, bi tekezî daxwazî û hêviyên yek alî ji Îranê hene ku bi lezgînî em biryarê bidin, lê em berjewendiyên xwe fîdayê lezgînîkirina danûstandinên Bercamê nakin.

Berdevkê Wezareta Derve yê rejîma Îranê “Nasir Ken`anî” li berteka gotina Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafael Grossi” de gotiye: “Şêwaza karê Ajansê hertim nebisporane û nedadperwerane bûye û givaşê li ser me tînin ku bi lezgînî biryarê bidin”.

Berê, “Rafael Grossi” li derheq bernameya navkî ya Îranê de gotibû: “Bernameya navkî ya Îranê bi lezgîniyek zêde bi rê ve diçe û zêdetir ji 5 heftiyan e ku me çavedêriyek gelek kêm li ser birêveçûna bernameya navkî he ye.

Rejîma Îranê çendîn kamêrayên çavedêrî yên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî vemrndine û Ajansê vemrandina kamerayên çavedêriyê bi derbek giran bi danûstandinên Bercamê binav kiriye.

Her di vê derheqê de berpirsê Saziya Navkî ya rejîma Îranê “Mihemed Îslamî gotiye: “Eger tohmetên Rojava yên li dijî me bidomîn, ti hegerek bo hebûna kamerayên çavedêriyê tinîne”.