Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo êrîşkirina li ser hêzên Amerîkayê pîlanan dadirêje

18:28 - 7 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Amerîka li pîlanên qirêj yên rejîma yên lidijî hêzên xwe agehdare û gefa êrîşkirina bi ser vê rejîmê dixwe.

Roja Sêşemî 7`ê Gulanê, rojnameya “Wall Street Journal” di hejmara xwe ya nû de nivîsîbû: Zanyariyên ku li hefteya debasbûyî ya li warê çalakiyên berê yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê li “Washington” nîşandidin ku, Îran bo wê ku hêzên Amerîkayê di Sûriyê û Îraqê de bike armancên xwe, pîlanê nû darêtine.

Her li gorî vê raporê, rejîma Îranê bo êrîşkirin li ser geviya Bab-Mendib di gel Hevalbendên xwe pîlanên nû darêtine.

Li gorî rojnameya “Wall Street Journal” ku nivîsiye, zanyariyên ku Amerîka bi dest xistine, wisa nîşandide ku, Îran dixwazebi Balafirên bê pilot êrîşî ser hêzên wan li kendavê bike.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 6`ê Gulanê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê “Pentagon” dayezanîn ku, hêzên Amerîkayê amadene dak u bersiva her bertekekê bidin ku rejîma Îranê yan jî hevalbendên wê li deverê dixwazin encamp bidin. 

Yek ji berpirsê Wezareta Berevaniyk yê Amerîkayê ku nexwstiye navê wî eşkere be, ji Nûçegihaniya “Associated Press” re gotiye, biryara Koçka Sipî bo şandina Gemiya Balafirhilgir ya leşkerî peyameke bo Îranê ku, Îran xwe bo êrîşkirina li ser hêzên Amerîkayê yên di deverê de amade dike.

Herwisa “John Bolton” 15`ê Banemerê ragehand ku, Amerîka Gemiya Balafirhigir bo Rojhilata Navîn dişîne da ku, peyameke zelal bo Îranê be, û pêka gotina “Bolton” ev yek li hemberî hejamrek gefane ku nîşaneya çêkirina arîşeyan û zêdekirina aloziyên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên gorê.

Gemiya Balafirhilgir ya bi navê Balafirhilgira Abram(USS Abraham Lincoln (CVN-72)) ya Amerîkayê bi armanca bersiv dana her core kiryarên terorîstî yên Spaha Pasdaran ber bi vê herêmê wê bê şandin.