Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo firotina milkên dewletî bazareke bûrsê ava dike

12:48 - 4 Gulan 2020

Rejîma Îranê bona bi destxistina perê hewce bo cîbicîkirina siyasetên xwe yên çepel, bazara bûrs a taybet bi milk ava dike.

Roja Yekşemî, 3`ê Gulanê, Wezîrê Aborî a rejîma Îranê, “Ferhad Dij Pesend”bas ji bi dest bi kar bûna bûrs ya “Taybet bi milk” di demekî nêzîk de dike û gotiye ku, dewlet dixwaze “milkên zêde” yên xwe bi wî awayî bifiroşe, lê ti basek ji hûrdekariyên wê firotine nekiriye.

Bazara mesken an malan di rewşa daketineke xurt deye û pêka amara Banka Navendî a rejîma Îranê, di bajarê Tehranê de, bi berawird digel meha Adara Îsal bi qasî %90 daketiye.

Herwisa “Ferhad dijpesend” got: “Di rewşekê de ku em nikarin budceya xwe azad bikin û ji Banka Navendî qer bikin, baştirîn kar ewe ku, pişka dewletê di kompaniyên bûrsê de bifiroşin, ew tevî dabîn kirina darayî û biçûk kirina dewletê, taybetî kirina aborî û bilindkirina asta şiyanê jî diafirîne”.

Rejîma Îranê, ji aliyekê ve bûdceya welat bo avakirina saziyên xwe bikar tîne û ji aliyeke din ve wan milkan di bazaran de difiroşe xelkê.