
Spaha Pasdaran a terorîst li parêzgeha Kirmaşanê, hêzeke zêde ya tank û topan bo sînorên “Perwîzxan û Xusrewî” re şandine.
Pêka zaniyarên gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, 1 hefî ye ku “dijbanî”ya arteşa rejîma Îranê ku di dawiya rêya “Qerexan Dere” bo Xusrewiyê de cih girtiye, pêşiya maşinên xelkê digre.
Hevdem rejîma Îranê ji piştînîvroya roja Pêncşemî 31ê Kanûna Pêşîn, îznê bi ti kesekî nadin ku bo aliyê “Xusrewî”yê re here.
Ji aliyeke din ve jî, rejîma Îranê bi rêya sînorê Perwîzxan ve cebilxane bo Îraqê şandiye.
Di nêzbûna salvegera mirina “Qasimsilêmanî” de, rejîmê dest bi hereketan kiriye.
Berê jî di dema şerê DAÎŞê de, rejîma Îranê li sînorê Perwizxan hêzên xwe xistibûne amadebaşiyê.