Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo zivirîn li ser maseya danûstandinên Bercamê amade nîne

11:21 - 16 Çirriya pêşîn 2021

Berpirsek pasebilind ê Yekîtiya Ewropayê ku nexwastiye navê wî/wê bê eşkerekirin, roja Înê 23`ê Rezberê bi rojnamevanan re daye zanîn: “Îran hêj amade nîne ku car din digel zilhêzên cîhanê danûstandinên Bercamê berdewam bike”.

Navbirî gotiye: “Siyaseta Îranê eva ye ku vegere ser maseya danûstandina Vîyanê û dawiyê bi danûstandinê bîne”.

Danûstandinên Bercamê li Viyana Otrîşê nêzî çar meh e hatiye rawestandin û heta niha jî rejîma Îranê xwe ji danûstandinê parastiye.

Dewleta Amerîkayê di wan heftiyan de çendîn caran daye zanîn ku derfeta danûstandina Bercamê ber bi dawîbûnê ve diçe.

Di wê navberê de rejîma Îranê heta niha çendîn caran daye zanîn ku dê vegere ser maseya danûstandinê, lê rêkevtek diyarîkirî nedane xuya.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Anthony Blinken”, di hevdîtinek digel Wezîrê Derve yê Îsraîlê de dabû zanîn: “Ger danûstandina Bercanê ser negire, dê bijardeya leşkerî cîhgir bikin”.

Ji aliyek dinê welatên deverê ji gihîştina rejîma Îranê bi bombeya navkî ditirsin.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, “Feysel Bin Selman”, roja Înê daye zanîn: “Rejîma Îranê xêrayiya gihîştin bi bombeya navkî zêde kiriye û dever di metirsiyeke gelek mezin de ye”.

Navbirî gotiye divê bilez pêşî ji pêragihîştina rejîma Îranê bi bombeya navkî bê bigirin.

Rejîma Îranê di bin dorpêçên aborî ên Amerîkayê de ye û aboriya rejîmê û bitaybet a xelkê Îranê hatiye seqetkirin.

Niha ti welatek newêre digel rejîma Îranê danûstandinên aborî bike.

Di vê derheqê de, Endamê Heyeta Birêveberiya Damezraweya Veguhastinan a rejîma Îranê “Mes`ûd Danişmend”, gotiye: “Qirax avên Îranê tev hatine tehrîmkirin û seba vê yekê ti gemiyek bîhanî newêre bê qiraxavên Îranê û heta gemiyên welatê Çînê jî,  ji tirsa tehrîmên Amerîkayê nayêne qiraxavên Îranê”.

Sala 2018`an Amerîka ji rêkkevtina Bercamê hate derê û ji hemû aliyekê ve rejîma Îranê rastî dorpêçên aborî anî.