Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bona azardana kolberan hêzeke zêde bo devera “Hewraman”ê aniye

12:06 - 30 Kanûna pêşîn 2020

Rejîma Îranê bi berdewamî bi rêya rûbirûbûna fîzîkî, hewla tirsandin, birîndarkirin û kuştina kolberan li sînoran dide.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, li gundê “Derekê”, rejîma Îranê di hewlên nû de ye bona givaşxistin li ser kolber û kasibkarên ser sînoran li bajarên sînorî yên parêzgeha “Sine”yê, li 29ê Kanûna Pêşîn, hêzeke amade û bi alavên hewce, bo devera “Hewraman”ê birine.

Ew hêz ku zêdetir ji 70 kesan in, dest bi azardana kolberan kirine û heta niha nêzî 30 kolber girtine.

Herwisa hêzên rejîma Îranê bi armanca agirberdan bi cihên mana kasibkar û kolberan, digel xwe neft birine.

Ew hêzên rejîmê niha di cihehekî bi navê “Genaw”ê de cihgîr bûne.