Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bona mana xwe girêbesta 20 sale digel Rûsiyê îmza kir

14:08 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Sêşemî, 21ê Tîrmeha 2020 an, Wezîrê Derwe yê rejîma Îranê, “Mihemed Cewad Zerîf”piştî hevdîtin di gel Wezîrê Derê yê Rûsiyê,” Sêrgeyî Lavrov”, ragihand ku, Îran di cehda dirêjkirina dema girêbesta 20 sale ya digel wî welatî deye.

Dirêjkirina dema girêbesta domdirêj digel Rûsiyê, di demekê de tê baskirin ku, pêşnivîsa girêbesta 25 sale di nawbera Îran û Çîn ê de, di heftiyên derbasbûyî de, bertekên zêde li pey xwe hebûn ku, rejîm li jêr navê girêbestê, welatê Îran ê firotiye Çîn ê.

Girêbesta hevkarî ya 20 sale, di sala 1379an de, di navbera rejîma Îran ê û Rûsiyê de, hatibû imzakirin û di meha Adara sala 2021 an de, dê bidawî bê.

Wezîrê derwe yê rejîma Îranê gotiye ku, Îran amadeyê dirêjkirina heyamê wê girêbestê ye û herwisa hekî Rûsiye bo girêbesteke din ya demdirêj amade be, em dê gengeşe li ser bikin.

Rejîma Îslamiya Îran ê di berdewamiya siyasetên xwede, berdewam cehdê de bûye ku, girêbestên demdirêj digel welatên Çîn û Rûsiyê, îmza bike, lê bi berçavgirtina neşiyan û nihênîkariyên rejîma Îranê, hejmareke zaf ji kesan, li ser wê bavirêne ku, rejîma Îran ê bo mana xwe, welat radestî Çîn û Rûsiyê dike.

Herwisa girîngtirîn pişka wê girêbesta serşorane, ewaye ku, rejîma Îran ê imtiyaza taybet yên leşkerî, ewlehî û aboriyê dide Çîn û Rûsiyê ku, wateya wê radestkirina Îran ê bi wan 2 welatan e.