Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bona parastina şûnwarên dîrokî yên Luristanê ti bûdceyek terxan nekiriye

11:39 - 1 Adar 2021

Rejîma Îranê bo parastina zêdetir ji 5 hezar şûnwarên dîrokî yên parêzgeha Luristanê ti bûdceyek dabîn nekiriye û hekî ew şûnwarên dîrokî neyêne parastin dê ji nav herin.

Parêzgeha Lurisutanê xwediyê 2419 şûnwarên dîrokî yên tomarkirî û zêdetir ji 5 hezar şûnwarên dîrokî-çandî û surûştî û tomarnekirî ye ku xwediyê 100 pirên dîrokî yên bê mînak e, ku bi sedema lehiyan derbên giran pêketine û xisar bi qasekê zêde ye ku niha ber bi hirifînê ve diçin û hekî neyêne parastên dê ji nav herin lê, rejîma Îranê ti bûdceyek bo nûjenkirin an parastina wan şûnwaran dabîn nekiriye.

Di wê derheqê de, berpirsê “Binkeya Pirên Dîrokî yê Luristan”ê, “Elî Mistefanijad” daye zanîn ku “hikûmetê heta niha 1 hezar Tumen jî bo me bûbce dabîn nekirine”.

Herwisa birêveberê giştî yê “Mîrasa Ferhengî” yê Luristanê, “Emîn Qasimî” daye zanîn ku ji 100 pirên dîrokî 70 pir li lîstê şûnwarên dîrokî de hatine tomarkirinê, lê 30 pir hêj mane ku dibe bêne tomarkirin û di lehiya sala 1398an de hemû pirên li ser rêya lehiyan, rastî xisarê micid hatin lê heta niha jî ti bûdceyek nehatiye dabînkirin.

Pêka gotina karnasan, pirên dîrokî yên Luristanê di cîhanê de bê mînak in û hekî bûdce bona parastina wan şûnwarên dîrokî yên hezaran sale neyê dabînkirinê, dê ji nav herin.