Çend rojan berî niha, rejîma Îranê hewl dabû ku bi rêya mûşekekê mahwareykê bişîne esman lê wekî carên berê rastî şikestê hat û ew Çaremîn care ku rejîma Îranê di wan hewlan de rastî şikestê tê.
Roja Çarşemî 23ê Hezîranê, Nûçegihaniya “Associated Press” bi belavkirina wêneyên esmanî bas li hewla rejîma Îranê bona şandina mahwarekê bo esman kir û daye zanîn ku ew hewla rejîma Îranê li binkeya esmanî ya “Xumêynî” li parêzgeha “Simnan”ê de hatiye dan û şikets xwariye û ew Çaremîn şikesta hewla Îranê bona şandina mahware bo esman e.
Herwisa Nûçegihaniya “CNN” li wê derheqê de belavkiriye: “Di wê mehê de, em şahidê hewleke bê encam a Îranê bona şandina Mahware bo esman bûn”.
Pêka gotina kanrasên “CNN”ê ew mûşeka ku nekariye mahwareya Îranê bibe esman renge hemen mûşeka “Sîmorx” be ku rejîma Îranê pêka bernameya Koreya Bakûr berhem aniye.
Li sala derbasbûyî de Spaha Pasdaran îdia kir ku mahwareya leşkerî ya bi navê “Nûr” bi rêya Mûşeka “Qasid” di hêla 425 kîlometriya esman de cihgîr kiriye.
Rejîma Îranê bi hêceta bernameya esmanî, geşe bi sîstema mûşekiya dûrhawêj dide û Amerêkayê jî li wê derheqê de bi caran nerizayetiya xwe nîşan daye.