Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê careke din gefan li PDKÎ dixwe

11:23 - 14 Adar 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên bilind ên navendên ewlehî û çekdarî ên rejîma Îslamî a Îranê, di civîna nirxandina rewşa ewlehî a sînoran de careke din bi awayekî eşkere gefan li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dixwen. 

Ajansa nûçeyan a ISNA ku girêdayî Spaha Terorîstî a rejîma Îslamî a Îranê ye, di raportekê de belav kiriye ku rêveberê Civata Ewlehiyê a rejîma Îranê di civînekê de bi fermandarên hêzên serbazî ên rejîmê re li bajarê Ormiyê ragihandiye ku "ewê bi xortî bersiva her kiryarekê bidin ku ji bo tevlîhevkirina sînoran ji aliyê partiyên dijber ên rejîmê ve bêne encamdan."

Vî berpirsê rejîmê di civîna bi Xakpûr fermandarê hêzên Bejayî ên Spaha Terorîstî a Pasdaran re da xuyakirin ku "di heyama du salên derbasbûyî de partiyên dijber ên hikûmeta Îranê hewl dane ku li sînoran tevlîheviyê çê bikin lê me pêşiya wan girtiye."

Got jî ku "wan partiyan bi alîkariya welatên din, dest bi çêkirina navendên çekdarî li çiyayên sînorî kirine lê haya me ji hemû tevgerên wan heye."

Heyamekê beriya niha jî fermandarên Artêşa Îranê ragihandibûn ku "êdî ewê taktîka êrîşê li sînoran bigirin ber xwe û  çlakiyan li wir pêk bînin."

Piştî bicîbûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li çiyayên Kurdistanê û çalakiyên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li navxwey welat, berpirsên ewlehî û çekdarî ên rêjîma Îranê berdewam behsa êrîşa ser navend û baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dikin û dibêjin ku "ew nikarin bicihbûna wan hêzan li çiyayan qebûl bikin."

Di vê derbarê de roja 17'ê Xermanana 1397'an jî rejîma Îranê bingeh û baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Başûrê Kurdistanê kirin armanca êrîşa bi mûşekan.