Fermandeyekî Cîhada Îslamî di bernameyeke televîzyonî de rola rejîma Îranê bo danînkirina cebilxane, bûdce û xwarinên hewce bo girûp û hêzên girêdayê rejîma Îranê eşkere kir.
Fermandeyekî Cihada Îslamî di bernameyeke zindî ya televîzyonî de li kanal “MEMRI” gotiye : “Îran tevahiya cebilxaneya hewce bo lêdana Îsraîlê wekî mûşek, rakêtên dije tank, hemû coreyên gulleyan bo me dabîn dike û herwsa bûdceya me jî dabîn dike û tevahiya hewcehiyên xwarinê bo xelkê bajarê Xezê û çendîn dever û bajarên dinê jî dabîn dike”.
Herwisa navbirî rejîma Îranê bi navenda bingehîn a “Moqawimeta Beyt El-Muqededesê” binav kir.
Wî berpirsê cihada Îslamî rola “Komîteya Îmdad a rejîma Îranê” bo gihandina tevahiya hewcehiyên aborî û xwarinê bo xelkê xezê û çendîn bajarê dinê eşkere kir.
Di halekê de ku piraniya xelkê Îranê nikarin xwarinên serekî û bingehîn bo zarokên xwe dabîn bikin, rejîma Îranê pere, xwarin, cebilxane û gelek hevkariyên dinê bê beranber bo girûpên terorîstî dişîne.
Rejîma Îranê ku rastî şikesta siyasî, îflasa aborî û jidestdana rewatiya xwe li hundir û derveyî Îranê hatiye ti pêngavekê bo baştirkirina wê rewşê hilnagire û zêdetir û micidtir siyasetên xwe yên şerxwazane û kawilker didomîne û ti girîngiyekê bi can û paşeroja xelkê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nade.