Wezîrê Derve yê rejîma Îranê pasdar Hisênemîr Ebdullahiyan bi rêya telefonê pêwendî digel Wezîra Derve ya Birîtaniyayê “Liz Truss” girtiye û li ser vergirtina perê Îranê ji Birîtaniyayê tekezî kiriye.
Roja Duşemî 8ê Çirriya Paşîn 2021, pasdar Hisênemîr Ebdullahiyan li pêwendiya telefonî digel “Liz Truss” tewî daxwazkirina perên tankên “Çîften”, ew daxazkirina pere bi mafê Îranê binav kiriye û tekezî kiriye ku hewceye Birîtaniya bi lezgînî wî qerê xwe bide.
Daxwazkirina wî pereyî di halekê de ye ku rejîma Îranê piraniya perê Îranê bo afirandina fitneyan û geşedan bi terorîzmê dii cîhanê de xerc dike û dana wî pereyî derfetdan bi wê rejîmê ye.
Berî şoreşa gelan di Îranê de rejîma şahî hejmarek tankên Çîften ji Birîtaniyayê kirîbûn lê bi sedema alozbûna pêwendiyên rejîma Îslamiya Îranê digel welatên Rojavayî, dana wan tankan bo Îranê hatine ragirtin.
Rejîma Îslamiya Îranê daxwaza wî perî dike lê daxwaza sûda wî pereyî jî dike ku bi gelemper zêdetir ji 400 milyon Pond e.
Rejîma Îranê bo wergirtina pere û bandorxistin li ser welatên din tim ji rewşa bi barimtegirtina welatiyên wan welatan migfah vergirtiye û pêka hin çavkaniyan, rejîma Îranê bo vergirtina wî pereyî, azadkirina çendîn welatiyên Birîtaniya wekî “Nazenîn Zaxirî” jî wekî barimte bi kar tîne.