Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê daxwaza perê bilokbûyê xwe li Koreya Başûr dike

11:22 - 7 Kanûna Paşîn 2022

Heyeta danûstankarê rejîma Îranê li bajarê Viyenê, daxwaz li Koreya Başûr kirine ku bi bê berçavgirtina encama danûstandinên navkî, perê bilokbûyî yê Îranê radestî Îranê bike.

Di hevdîtina cihgirê Wezîrê Derve yê Koreya Başûr “Çoy Çong Kan” digel nûnerê rejîma Îranê li danûstandinên Viyenê “Elî Baqirî” li roja Pêncşemî 6ê Kanûna Paşîn, “Elî Baqirî” daxwaz li Koreya Başûr kiriye ku bi bê berçavgirtina encama danûstandinên Viyenê, perê bilokbûyî radestî Îranê bike”.

Rejîma Îranê îdia dike ku Koreya Başûr nêzî 8 milyard Dolar qerdarê kirîna nefta Îranê ye û hêcetên Koreya Başûr bo nedana wî pereyî qebûl nake.

Rejîma Îranê ku ji serkevtinên xwe bê hêvî ye, dixwaze bi her awayek perê hewce bo bo xwe dabîn bike lewma daxwaz li Koreya Başûr kiriye ku bi her awayek, perê Îranê bide.

Pêka gotina rojnameya girêdayê rejîmê ya bi navê “IRNA”yê, “Elî baqirî” bi gefxwarin li Koreya Başûr gotiye ku nedana perê Îranê neyasayî ye û ti hêcetek serast bo nedana wî pereyî tinîne û ew xalek reş di pêwendiyên wan du welatane de ye û divê bi lezgînî wî pereyî bidin.